1. YAZARLAR

  2. Ali Fikri IŞIK

  3. Bixêrhati DalKurd. 3-0
Ali Fikri IŞIK

Ali Fikri IŞIK

Gazeteci ve Yazar
Yazarın Tüm Yazıları >

Bixêrhati DalKurd. 3-0

A+A-

Bixêrhati DalKurd. 3-0

DalKurd do li hamberi  IF Brommapojkarna ji nû ve vejîya û bi dengeki bilind olan da. Go '' ez ne mirî me'' Ez hê sax im û ew kesên ku hê wuha zindi ji min re  '' kabristana '' dibijêrin di nava xeletiyeke mezin de ne. Gava ku DalKurd wuha ji dil û can li berxwe bide tu kes nikarê pişta wi deyne erde. Ji bavê her kesi zêde ye. Ku DalKurd ew DalKurd'a ku olanê ji her kesi dixwaze be em ê ji jê re bêjin, ''Ey tima qedim bu bixêrhati. Bu li ser seran û ser çavan hati.

 

Bi rasti ji do DalKurd nava min rihet kir û min ji kêfa heland. Ji zûdeye ku ez hesreti kêfeke wuha bûm. Resen min do kêfa '' Gurê Manco'' kir. Kêfa min ne tenê ji encama bidestkirî hat. Her wuha do, DalKurd bi leyistika xwe  Brommapojkarna weke'' bacana sor perçiqand.'' Top nişani Brommapojkarna ne da. Tiştê heri mizginkiri ew bu. Ku DalKurd li hamber her pêşbazê xwe bi wi şikli tevbigere, wê di her maçê xwe de bi.serkeve. Leyistika futbolê ya ku mirov jê şerm nake ew e.

 

Do gava maç despêkir heta dawi, ez qet neketim nava gumana. Tirsa dijwar qet giyana min bidest nexist. Di maçên berê de ez timûdaim di ber sikrata te bûm. Leyistika DalKurd'e qet baweri ne dida min. Dilê min ji tirsa weke'' defû zirnê'' hema lê dida. Hezar car şikir ji yezdanê mezin re do ew tirs nehat dora min. Min bi werekiyeke mezin temaşekirina maçê qedand.

 

Gelo çi bu ku da DalKurd wuha bi riheti biserket û encameke pîroz bi destxist? Bêşik DalKurd honandina bergiriya xwe guhertibu. Di maçên berê de Kebba, di pozisyona stoperê navinde dileyist. Do di şûna Kebba de Robin hebû. Robin ji serî heya dawi heqê wê pozisyonê  bi şikleki nûjen da. Robin pir bi aqil leyist. Qet kelecani nebu. Ji bo ku topa bidafinê qet ecele nekir. Topên ku hevalê wi didan wi, wî bi baldari teslimi navnişanê bikêrhati dikir. Di maçê de Robin xeletiyek nekir ku em bêjin, Robin zanina pozisyona xwe nizane.

 

Kebba, bergiriya milê rastê dikir, ku ew ji di vê pozisyona leyistikê de nû bu. Lê weke ku ji xwe ji bo vê pozisyonê hatibe dinyayê, wuha ji xwe bawer û rihet bu. Kebba bi xwinsariyeke cemidi, heqê pozisyona xwe ya nû da. Qet xeletiyek pêkneani. Henrik ji li milê çepê weke Robin û Kebba tevgirtineke bêhempa ani holê. Ku bergiri wuha bi zanebun û ji xwe razi tevgirt, DalKurd ji dawiya leyistike pir ewlebu.

 

Ji xwe ku dawiya leyistike,bi gotineke din bergiriya timê xweş bileyize, tim bi serxwe tê û bi bawer dileyize. Ew merceki futbola nûjen e.

 

Sê bergiri li paş û penç futbolist di qata navinde ku bi hev re tevgirtin, bi hev re çûn û hatin, êdi bergirya wê timê zor zahmet têkdiçe. Do wêneye DalKurd wuha bu. Bergiri û qata navin weke'' otomobileke kompact'' bazdinan hawara hev. Mesele ew bu ji xwe. Heya do DalKurd nikaribu vê meselê çareser bike. Loma di her maçê de têkdiçû.

 

Di qata navin de min her du bazik pir ecibandin. Moenza û Simon weke '' kara trena nav Batman û Diyarbekir''bê rawest diçûn û dihatin. Çûndin û hatina wan ji ne valabu. Êrişên ku wan dikir, dikir ku DalKurd temamê maçê di nivsahaya Brommapojkarna' de bileyize. Her du a ji, gava ku top digihajt DalKurd wan diçû pişta xwe dida xeta taçê û mecbur bergirya Brommapojkarna weke pêlê bahrê ji hev diqetiya.

 

Turay nişanda ku ew Santraforê  DalKurd ê ye. Cevdet Ayaz ji baş bu. Lê ez ê çî kî mezin ji Sugita re wekim. Sugita futbolisteki taybete.Ew hunermendê DalKurd'e ye. Bi topê re weke canbazekiye. Karê bi topê re her tişti bike. Ji wi, bi topê kesên beza nine. Loma divîye ku Rahinêrê DalKurd ji bo SUGİTA planeki taybet biafirine. Nexasim ji bo maçê deplasmanê ew plan şerte. Bê plana taybet ya Sugita, DalKurd wê di maçên deplasma de şerpeze bi be.

 

 

Di vê maçê de Kalewan xariç min hemî futbollistê DalKurd ecibandin. Mixabin baweriya min qet bi Kalevan nehat. Lê disa ji tu bixêrhati DalKurd. Riya te vekiri be. Her bijî DalKurd.

Önceki ve Sonraki Yazılar